Kiliçdaroglu, bersiva Erdogan da
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku şaredariyên bajarên mezin ên CHPê kiribûn hedef.
Serokê Giştî yê CHPê û Namzetê Serokomariyê yê Hevbeş ê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, bertek nîşanî gotinên Erdogan.
Kemal Kiliçdaroglu got “Me negot ev der CHPyî ne...” Bi gotinê pesnê xwe bide, yan bajarê konê ku çêkiriye teslîmî dewletê bike?
Kiliçdaroglu li ser daxuyaniya Şaredarê Beylikduzuyê yê CHPê Çalik wiha nivîsî:
“Kîjan dewletparêzî ye? Bi gotina “Me negot ev der cihê CHPê ye…” Pesnê xwe bide yan jî konê ku çêkiriye radestî dewletê bike? Şaredariya me ya Beylikduzuyê ava kir, me teslîmî dewletê kir. Dewlet dê dîsa bibe dewlet, partî jî dê bibin partî… Dewleta partiyê dê bi dawî bibe.”
Li navçeya Îskenderûna Hatayê ku ji ber erdhejê xisareke mezin lê hat kirin de di merasîma îmhakirina xaniyan de Erdogan îdia kir ku şaredariyên mezin ên bi CHPê re alîkarî nedane herêma erdhejê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin