Kiliçdaroglu û Serokê CHPê Ozel civiyan

04 May 2024 10:53 0 dîtin
Kiliçdaroglu û Serokê CHPê Ozel civiyan

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi Serokê Giştî yê CHPê yê berê Kemal Kiliçdaroglu re civiya û şîv xwarin.

Civîna ku li tesîsên Ahlatlibelê yên Enqereyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî 2,5 saetan dewam kir.

Her du kesan civîna xwe li Tesîsên Civakî yên Ahlatlibelê yên Şaredariya Çankayayê pêk anîn. Di hevdîtina Ozel-Kiliçdaroglu de ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin de, hevdîtina Ozel a bi Erdogan re hat nirxandin.