Koreya Bakûr bersiva bangewaziya Amerîkayê da

30 November 2023 14:33 0 dîtin
Koreya Bakûr bersiva bangewaziya Amerîkayê da

PeyamaKurd - Li gor nûçeya Ajansa fermî ya Koreya Bakûr, Xuşka Serokê Koreya Bakûr Kim Yo-Jong bersîva Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerikayê da û gef xwar ku ewê zêdetir satalytên sîxur bişînin fezayê. 

Nûnera Daîmî ya NY  ya Amerikayê Lînda Thomas-Greenfield, Satalyt şiyandina fezayê ya  Koreya Bakûr wek "Gefxwarineke ji fêmkirinê dûr a li cîranên xwe û tiştekî metirsîdar" pênase kiribû û banga diyalogê li Koreya Bakûr kiribû. 

Kîm di bersîva wê bangewaziyê de wiha got: 

"Serxwebûna welatekî ciyê muzakere û diyalogê nîn e û ji ber vê yekê jî (Koreya Bakûr) dê bi vê mebestê bi Amerikayê re hevdîtin neke."

Kîm da zanîn ku ewê ji bo bihêzkirina serwerî û serxwebûna dewleta xwe hewldanên xwe berdewam bikin û weka hemû endamên NY tu astengî û bertengî li ser serweriya welatê xwe qebûl nekin. 

Kîm dîsa ragihand ku ewê satalaytên nû jî bişînin fezayê û ji Thomas-Greenfield xwest ku ravekirina, çima Amerîka bi hebûnên xwe yên stratejîk li Koreya Bakûr in bike.