Leskerên Rûsyayê leskerên Amerîkayê dagerandin

02 May 2020 23:52 0 dîtin
Leskerên Rûsyayê leskerên Amerîkayê dagerandin

PeyamaKurd-Cara yekê ye leşkerên Rûsyayê, leşkerên Amerîkayê li Qamîşlo ya Rojava vegerandin û nehiştin herin navenda Qamîşloyê.

Li gor çavkaniyên cîh ku ragihandine, konwoya leşkerên Amerîkayê ku ji 10 alavên zirxî pêkdihat, li feleka Xiznayê ji aliyê leşkerên Rûsya de ku bi 9 alavên zirxî bûn, hatin rawestandin. Leşkerên Amerîkayê ji navçe ya Qamîşlo 20 km ber bi rojahilat ve bûn. Alavên Amerîkayê dageriyan Rimêlanê.

Bi vegera leşkerên Amerîka re 2 balafirên şer yên Amerîkayê jî ji deverê veqetiyan.