Li 5 bajarên Iraqê xwepêsandan destpêkirin
PeyamaKurd – Piştî Casib El Helcî yê bavê parêzer Ali Casib di sala 2019 an de di xwepêşandanan de hatibû revandin û niha kuştina wî belav bû, li Bexda û 4 bajarên din xwepêşandna destpêkirin. Xwepêşandan li bajarên Bexda, Musenna, Babîl, Meysan û Zikarê destpêkirin.
Li bajarê Musennayê di navbera xwepêşandêr û hêzên asayîşê de pevçûn derket lê xwepêşandanên Bexdayê de bi aramî derbas bû.
Hinek aktîvîstên Iraqê ragihandibûn ku Casib el-Helcî li Meysanê hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin