Li gellek bajarên Kurdistan li dijî Îranê xwepêsandan

23 January 2024 17:22 0 dîtin
Li gellek bajarên Kurdistan li dijî Îranê xwepêsandan

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, xwepêşandanên protestoyî yên li diji êrîşa rejîma Îranê ya Hewlêrê ranawestin. Piştî Hewlêr, Duhok û Zaxoyê; li Silêmanî, Soran, Helebce û Ranya jî li dijî rejîma Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Jêderên herêmê ragihandin ku Li Soran, Silêmanî, Helebce û Ranyayê xwepêşandanên li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kirin.

Di xwepêşandanên ku danê sibê li Soran, Silêmanî, Helebce û Ranyayê destpê kirin de ji ber êrîşa Hewlêrê ku 4 sivîlan can dabûn û 6 jî birîndar bûbûn, rejîma Îranê bi tûndî hate şermezarkirin. 

Di xwepêndanan de gelê herêmê alayên Kurdistan berz kirin û li dijî rejîma Îranê drûşman berz kirin.