Li Agiriyê xeta boruya gazê teqiya
PeyamaKurd - Li sînorê bajarê Aigirî yê Bakurê Kurdistanê, xeta boriya gazê ya veguhestina gaza xwezayî di navbera Tirkiye-Îran de teqiya.
Hat ragihandin ku îro Sêşemê li demjimêr 5:00ê sibehê li nêzîkî Deriyê Sînor ê Gurbulak li bajarokê Bazîdê yê Agirî teqînek di boriya veguehestina gaza xwezayî ya Tirkiye-Îranê de çêbû û ji ber teqînê agir derket ku veguhestina gaza xwezayî di wê boriyê re hat rawestandin.
Li ser sedema teqînê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Li navçeyê tedbîrên ewlekariyê yên tund hatine wergirtin. Şahidên bûyerê dibêjin, 2 teqîn çêbûne, teqîna yekem demjimêr 5 û ya duyem jî demjimêr 5:30an çêbûye.
Hat zanîn ku ji ber teqînê zerareke kêm gihiştiye hinek barhilgiran û şifêrên barhilgiran jî wesayîtên xwe bicih hiştine û ji cihê bûyerê dûr ketine.
Berpirsê Fermangeha Gaza Xwezayî ya Bajarê Maku Resûl Nûr Neseb ragihandiye ku boriya veguhestina gaza xwezayî ya Îran-Tirkiyê li nêzîkê Deriyê Sînor ê Bazirgan li aliyê Bakurê Kurdistanê teqiya ye û ti bandoreke bûyerê li dabînkirina gazê bo xelkê Maku û niştecihên navçeyên sînorî yên parêzgeha Urmiyê çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin