Li Diyarbekirê 72 koçber hatin girtin
PeyamaKurd – Parêzgeha Diyarbekirê ragihand ku tîmên alaya cendirmeyan di encama xebatê de bihîstine ku di nava TIRekî de koçberên qaçax ketine nav sînorê bajarê Mêrdînê û ber bi Diyarbekirê de diçin.
Di encama operasyonê de TIR a ku ji Mêrdînê diçû Diyarbekirê rawestandine û di nav TIRê de 69 koçberên Afganistanî, 2 Pakistanî û 1 Bangladeşî hatine girtin.
Kesê ku karê koçberên qaçax dikir îfadê wî sitendin û wî şandin ber serdozgeriya bajêr.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin