Li Efrînê malbatên Ereb têne bicihkirin!
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li gundê Barava yê navçeya Efrînê 10 malbatên Ereb hatine bicihkirin.
Guhertina demografiya welatê Kurdan bênavber dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî çekdarên Sultan Murad malbatên Ereban li Efrînê bi cih dikin û nahêlin ku malbatên Kurdan vegerine malên xwe. Meha bûrî çekdarên Sultan Murad 16 malbatên Kurdan bi darê zorê ji gundê wan derxistibûn.
Tirkiye û opozîsyona Sûriyê piştî operasyoneke bi du mehan 18ê Adarê ketibûne navenda bajarê Efrînê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin