Li Efrînê navên Kurdî têne guhertin!

08 August 2018 14:01 0 dîtin
Li Efrînê navên Kurdî têne guhertin!

PeyamaKurd- Piştî ku Artêşa Tirkiyê di 18ê Adarê de kete nava bajarê Efrînê de, navên sikak û caddeyan tê guhertin.

Li gorî çavkaniyên herêmî Artêşa Azad a ku Tirkiye piştgiriya wan dike, “Duriyana Newroz”ê bi navê Selahaddîn Eyyûbî guhertin.

Ji xeynî vê jî, navê “Duriyana Kawa” kirin “Şaxê Zeytûnê/Zeytin dali” û navê “Duriyana Niştimanî” jî kirin “Duriyana Şehîdan/Şehitler dörtyolu”.

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan Ebdulbaqî Esed ragihand ku 5 rêxistinên mafên mirovan yên Kurd bi Komîsyona Mafên Mirovan ya Bilind ya girêdayî Netewên Yekbûyî re civînek çêkirine û rapora xwe ya binpêkirina mafên mirovan pêşkêşî wan kirine.

Piştî ku Tirkiye kete nava Efrînê de, ji 200 hezar insanî zêdetir gelê herêmê bar kiribûn. Piştî vê re jî ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve dizî û talanê dest pê kir.

Piştî ku gelê Efrînê bar kir, Tirkiyê Ereb ji herêmên Ereban anîn û li Efrînê bi cih kirin.

Niha jî her roj nûçeyên girtin, kuştin, îşkencekirin, dizî û talanê ji Efrînê bilind dibin.