Li Hatay û Edeneyê erdhej çêbûn

04 March 2023 10:34 0 dîtin
Li Hatay û Edeneyê erdhej çêbûn

PeyamaKurd – Li navçeya Antakya ya Hatayê di saet 06.03an de bi lerza 4an, di saet 03.20an de jî li navçeya Tufanbeylî ya Edeneyê bi lerza 4.1an erdhejek çêbû.

Li bajarên piştî erdhejên Mereşê yên bi lerza 7,7 û 7,6an hejiyan, erdhej berdewam dikin.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, li navçeya Antakya ya Hatayê di saet 06.03an da bi lerza 4an erdhejek çêbû.

Erdhej di kûrahiya 7,23 kîlometreyan de çêbû.

Rasatxaneya Kandîllî û Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê mezinahiya erdheja Hatayê 3,9 û kûrahiya wê jî 6,6 kîlometroyan pîvandin.

Di heman demê de li gorî AFADê di saet 03.20an de li navçeya Tufanbeylî ya Edeneyê bi hêza 4,1 erdhejek çêbû.

Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbû.

Rasatxaneya Kandîllî û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê diyar kirin, erdheja ku li Edeneyê çêbû lerza 4,0 e.

Herwiha kûrahiya erdhejê jî weke 5 kîlometreyan pîvandin.