Li hawîrdorê Efrînê serekî dijwar didome
Li herêmên nêzîkî Efrînê şerê dijwar didomin û navenda bajêr jî bênavber tê bombebarankirin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî got ku bajarê Efrînê ketiye bin destê Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê de.
Ajansa Nûçeyên Doganê ragihand ku Artêşa Tirkiyê ji aliyê başûr ve ketiye bajarê Efrînê û li wê herêmê qontrol xistiye bin destên xwe. ANHAyê jî eşkere kir ku her ku diçe şer dijwar dibe û bi taybetî li taxa Mahmûdiyê şer gur bûye.
Berdevkê YPGê: operasyonên Dêra Zorê yên li dijî IŞÎDê hatine sekinandin.
Berdevkê Operasyona Bagera Cizîrê Lilwa El Ebdullah ragihand ku li herêma Dêra Zorê operasyonên li dijî IŞÎDê ji bo demeke kurt hatine sekinandin. Ji ber ku êrîşên dijwar li ser bajarê Efrînê hene, em mecbûr man ku şerê li dijî IŞÎDê yên li çeperên dî, ji bo demeke buhûrbar bidin sekinandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin