Li Hindistanê 14 Maoîst hatin kustin
PeyamaKurd-Li rojavayê Hindistanê hêzên asayîşa Hindistanê operasyon kirin ser rêxistina layangirê Çînê û di encamê de 14 mîlîtanên layangirên Mao hatin kuştin.
Yek ji rêvebirên asayîşê Praşant Diwate ragihand ku operasyon li eyaleta Maharaştrayê li devera Gadçiloriyê li seha daristanê hatiye kirin. Her dû alî nîv siet zêdetir şer kirine û di encamê de 14 Maoîst hatine kuştin.
Hat ragihandin ku ji hêzên asayîşê kuştî an birîndar tine ne. Rêxistina layangirê fikrên Mao li Hindistanê, ji sala 1967an û vir de, li gelek eyaletan tevgerên çekdar pêktînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin