Li Îranê balafireke ser ket xwarê

19 September 2022 12:47 0 dîtin
Li Îranê balafireke ser ket xwarê

PeyamaKurd – Li Îranê balafira şer a ji corê SU-22 ya Hêzên Hewayî yên Supaya Pasdarên Şoreşê li parêzgeha Humuzgan ket xwarê.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand, yekîneya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran bi daxuyaniyekê diyar kir, balafira şer a ji corê SU-22 ya Hêzên Hewayî ya Supaya Pasdaran di dema pêkanîna erka xwe de rastî bûyerê hatiye û ketiye xwarê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, balafir ketiye xwarê, lê pîlot bi silametî bi sîstema avêtina kursiyê daketiye û tu ziyanên canî çênebûne.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran destnîşan kiriye, bûyer ji ber “sedemeke teknîkî” çêbûye û diyar kiriye, “pîlot bi şarezabûna xwe balafir ber bi cihên dûr ji avedaniyê û qadên niştecîbûnê ve biriye.”