Li Îranê, erdhejeke bi bandor çêbû!

15 October 2023 18:00 0 dîtin
Li Îranê, erdhejeke bi bandor çêbû!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Navenda Erdhejnasiyê ya Zanîngeha Tehranê, îro li navçeya Ramşîrê ya parêzgeha Xuzîstana Îranê, erdhejeke bi bandor çêbû.

Didaxuyaniyê de hat diyarkirin ku navçeya Ramşîrê ya parêzgeha Xuzîstana Îranê, bi hêza 5.3 erdhejek çêbû.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê bajarokê Mûşrageyê ya navçeya Ramşîrê bûye û li gorî saeta herêmî saet 14:45an de çêbûye û 13 kîlometir di bin erdê de çêbûye.

Her wiha heta niha li ser ziyanên canî tu daxuyanî nehatiye dayîn.