Li Îzmîrê erdhejeke mezin çêbû

01 February 2021 12:31 0 dîtin
Li Îzmîrê erdhejeke mezin çêbû

PeyamaKurd –  Erdhejek mezin bi hêza 5.1 pileyê Rîxterê li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê çêbû.

Li gor zanyariyan, îro destpêkê di saet 08:03 de erdhejek bi hêza 4.1 pileyê Rîxter li qezaya Karaburan a Izmîrê ku dikeve ser Deryaya Egeyê çêbû.

Saziya AFADê daye zanîn, piştî erdheja yekem du erdhejên din bi hêzên 2.9 û 3 pileyê Rîxter li heman qezayê çêbûn.

Agahiyên dawî diyar dikin, erdhejeke din bi hêza 5.1 pileyê Rîxterê qezaya Karaburanê hejandiye, lê derbarê egera ziraran hêj ti zanyariyên fermî nehatine ragihandin.