Li Kerkûkê berpirsekî PDKê hat kustin

16 January 2019 12:11
Li Kerkûkê berpirsekî PDKê hat kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Kerkûkê  di encama êrîşeke çekdarî de, berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi navê Cebar Arif Reşîd hat kuştin.

Li gor zanyariyan, Cebar Arif Reşîdê Berpirsê Rêxistina Musela ya PDKê li Kerkûkê, doh rastî êrîşa kesekî bi motorsikletê hatiye û bi gulebaranê hatiye şehîdkirin.

Bûyera êrîşê li taxa Ronakî rû daye ku Cebar Arif Reşîd li hemberî mala xwe rastî wê êrîşê hatiye û êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane.

Bajarê Kerkûkê yê Kurdistanê ji 16ê Cotmeha 2018an ve bi destê xiyanetkarên nav YNKê, ketiye jêr kontrola hêzên Heşda Şebî û Iraqî û ji wê demê heta niha gelek caran êrîş bi ser Kurdan de têne kirin.