Li navenda Singalê sewateke mezin derket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku agirekî mezin li navenda qezaya Şingalê derketiye û esmanê navçeyê dûman bûye. Li gorî agahiyên berdest reşebayekî bihêz navçeyê girtiye û ji ber vê yekê heta niha nekarîne şewatê kontrol bikin.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku agirekî mezin li nêzîkî Şingalê ketiye û tîmên hawarçûnê ber bi cihê şewatê hatine şandin.
Tê gotin ku ji ber agir nêzîkî 100 malbat aware bûne û malên xwe vala kirine. Şewat heta niha jî berdewam e û sedema derketina wê jî ne diyar e. Xelkê Şingalê û tîmên agirvemirandinê hewl didin ku agir vemirînin, lê hêj nehatiye vemirandin.
Welatiyekî ji Şingalê jî eşkere kir ku ji ber şewatê bi sedan donim zeviyên dexl û danên cotkaran şewitîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin