Li Rojava efûya gistî!

09 April 2024 11:32 0 dîtin
Li Rojava efûya gistî!

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo meha Remezanê efûya giştî ragihand.

“Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk” roja Şemiyê qanûna efûya giştî pejirand.

Qanûna efûyê ji bilî teror, tiryak û sûcên neexlaqî hemû sûcan digre nava xwe. Li gorî biryarê sûcên beriya 6'ê Nîsana 2004'an hatine kirin dê bên efûkirin.

Lê tenê çend roj beriya ku yasa bikeve meriyetê, hêzên asayîşa giştî li Rojava 4 endamên ENKS û PDK-S girtin.

Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê Mehmûd Eyûb li ser girtin û qanûna lêborînê ji Rûdawê re axivî.

"Azadiya derbirînê di ser her tiştî re ye"

Eyûb got, “Em bi awayekî cidî li mijarê dinêrin. Şaşitiyeke mezin kirin. Tu efûyê bidî, paşê 4 kesên xwedî azadiya îfadeyê didî girtîgehê. Em hêvî dikin ku ev kes di zûtirîn demê de bên berdan. Ez weke mirov vê nabêjim. Li ser navê Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF) em dibêjin ku divê ev pirsgirêk li tevahiya Sûriyeyê bê çareserkirin. Alîkariya me bikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, azadiya derbirînê di ser her tiştî re ye.”