Li Wanê 220 koçber hatin desteserkirin

28 May 2024 14:04 0 dîtin
Li Wanê 220 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav hefteyekê de 220 koçber hatine desteserkirin.

Di derbarê mijarê de Parêzgariya Wanê ragihand ku di encama oparasyonên desteserkirina koçberan de, di navbera 20 û 26ê Gulanê de 220 koçber hatine desteserkirin.

Parêzgariyê ragihand ku hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî radestî Navenda Koçê ya Wanê kirine.

Di daxuyaniya parêzgariyê de her wiha hate diyarkirin ku di nav van koçberên ku hatine desteserkirin de, di derbarê 13 kesan de, bi gumanbariya ku 'qaçaxçîtiya koçberan kirine' lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê, ji ber ku li ser sînorê Îranê yê rêya koçberên ku ji Afxanistan, Pakistan û Îranê yên ku dixwazin bi ser Tirkiyeyê ve derbazî Ewropayê bibin e, gellek caran li vê parêzgehê koçber têne desteserkirin.