Li Yemenê 45 sîvîl hatin kustin

24 April 2018 16:00 0 dîtin
Li Yemenê 45 sîvîl hatin kustin

PeyamaKurd- Berdevka Neteweyên Hevgirtî yê komîseriya Bilind ya mafên mirovan Liz Throssell ragihand: “Li Yemenê di nava 4 rojên dawiyê de, di 3 êrîşên hewayê yên cuda de ku di nava wan de jin û zarok jî hene, 45 kes mirin û gelek jî birîndar hene.”

Êrîşên bo ser Yemenê ji aliyê koailîsyona di bin serokatiya Erebistana Si’ûdî de têkirin. Berdevk got ku gelek bi zahmete tesbîta nasnameyan bêkirin ji ber cenza hemû şewitandîne. Di nava qurbaniyan de hene ku bi alavan dadigeriyan mala xwe û rastê êrîşan hatine.

Bûyereka dinê jî bo ser ciyê dawetê hatiye kirin ku ew jî roja bazara çûyî hatiye kirin. Li bajarê Hacceyê di çadirê de dawet hebûye û êrîşeka hewayî bo ser hatiye kirin ku tê de nîvê wan zarok herî kêm 19 kes jiyana xwe dane ku ti pêwendiya wan bi siyasete tine ye.

Berdevk radigihîne ku gelek bûyer bo ser kesên bêguneh tên kirin.