Lukasenko: Min fermana amadekariya ser dabû!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Belarusê Aleksander Lukaşenko diyar kir ku ji ber serhildana li Rusyayê, wan artêşa xwe ji bo şer kiriye amadebaşiyê.
Aleksander Lukaşenko, di merasîma bilindkirina asta fermanberan de axivî û got ku “Ez venaşêrim ku temaşekirina tiştên ku li başûrê Rusyayê diqewimin, gelek bi êş in.”
Lukaşenko, li ser navbeynkariya ku bû sedema derxistina çekdarên xwe ji Moskowê ya ji aliyê Rêberê paramîlîter Wagner Prigozhin ve zêde negot, lewra wî îdia kir ku nedihat xwestin ku xwîna Rusan bê rijandin.
Serokê Belarusê Lukaşenkoyê ku di tepisandina muxalefetê de xwediyê paşxaneya siyasî ye, îdia kir ku muxalefeta Belarusê hewil dide rewşê îstîsmar bike û got,
“Dema bûyerên li Rusyayê qewimîn, min ferman da hemû artêşê ku bi tevahî ji şer re amade bin. Li vê derê leheng tunene. Nêrîna min ew e ku heger Rusya hilweşe, em ê di bin xirbên wê de bimînin û em ê hemû bimirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin