Mehmûd Meshedanî bû serokê parlementoya Iraqê
PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê du sale ku serokê wê yê eslî tinebû û îro di dengdana duyem de, namzedê Hevkariya Azimê Mehmûd Meşhedanî bi desteka sunnîyan, Kurd û Çarçova Koordînasyonê, 182 dengan sitend û bû serokê serokê parlementoya Iraqê.
Li gor qanûna destûrê û dadgeha bilind ya Federal kesekî bixwaze bibe serokê parlementoyê divê herî kêm 166 dengan bistîne.
Parlementoya Iraqê xwediyê 329 kursiyaye û di dengdana yekem de Meşhedani 153 dengan sitend ku 271 parlementer ketin dengdanê.
Di dengdana duyem de 269 parlementer dengan dan û ji wan 182 deng ji bo Meşhedanî bûn. Namzedê serbixwe Salim İsawî 42 deng, Amir Abdulcabbar 8 deng sitend û 39 deng jî dengên nedihatin jimartin.
Mehmûd Meşhedanî di sala 1948an de hatiye dinyayê û serpereştekî Sunniye. Berya siyasetê bike di artêşa Iraqê de zabit bûye.
Ji ber li hemberê şerê Kendavê derketiye di sala 1990an de hatiye girtin. Cezayê heya bi heyayê danê û paşî cezayê wî dadixin 15 salan.
Di nivîsandina destûra sala 2004an ya Iraqê cîh sitendibû û di salên 2006-2009an de serokê parlementoya Iraqê bû.
Li Iraqê, wekî adetekî baş, di her hilbijartinê de serokamarê Iraqê Kurd e, yê parlementoyê Erebê Sunneye û serokwezîr jî Erebê Şî’aye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin