Mesrûr Barzanî gihist Behreynê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (duşem, 09.12.2024) li ser vexwandineke fermî gihîşt Menameya paytexta Şanişîna Behreynê.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanca vê serdanê “bipêşvebirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Behreynê de û danûstandinên li ser bûyerên dawî yên deverê û Rojhilata Navîn e.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana xwe de ya ku 2 rojan dê bidome, bi berpirsên bilind ên Behreynê re dicive û danûstandinan li ser pirsên giring ên deverê dike, bi taybetî jî guhertin û pêşhatên li Sûriyeyê.
Ev serdan wekî ku hatiye ragihandin, “Beşek e ji bizavên berdewam ên serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bipêşvebirin û bihêzkirina peywedniyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî bi welatên kendavê re.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin