Mesrûr Barzanî: Pêsmerge efsaneya DAISê sikand

30 October 2019 20:52 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Pêsmerge efsaneya DAISê sikand

PeyamaKurd – Kabîneya hikûmeta Kurdistanê îro bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê di civînê de, li ser operasyona kuştina rêberê rêxistina terorê (DAIŞ) Ebûbekir Bexdadî got, “Rast e kuştina Bexdadî gelekî girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ û teror bidawî hatiye. Hê jî metirsiya DAIŞê li ser xelkê gelek navçeyên Iraqê cidî ye.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikandin, ku bû sedem DAIŞ li Sûriyê jî li ser destê Kurdan nemîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de li ser pêşhatên dawî li Iraqê da xuyakirin, “Têkçûna rewşa Iraqê, ne di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî de ye.”

Barzanî got: “Em bi daxwazên rewa û aştîxwaz yên xwepêşandaran re ne, lê li dijî bikaranîna tundûtûjiyê ji aliyekî ve ne. Piştevaniyê li Serokwezîr Adil Ebdilmehdî dikin, bo encama çaksaziyê û pêşkêşkirina xizmetguzaran.”

Serokwezîr Barzanî di berdewamê diyar kir: “Ti guhartinên li derveyî rêyên destûrî û yasayî napejirînin û li dijî her hewlekê bo kêmkirin û destkarîkirina di mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de ne. Rê nadin ti guhartinek di mafên destûrî yên Iraqê de rû bide, ku li dijî maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û qewareya Herêma Kurdistanê be. Daxwaz ji hemû hêz û aliyên Kurdistanî dikin, ji bo berevanîkirina li mafên me yên destûrî, yekrêz û yekdeng bin.”

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê di civînê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raportek derbarê plana hawarhatina mirovî bo piştevanîkirina li pêla nû ya koçberên Sûriyê bo Herêma Kurdistanê û dabînkirina xistmetguzariyan pêşkêş kir.

Herwiha ji îro ve jî Encûmena Wezîran pêşniyaza Wezîrê Navxwe bo dirustkirina sindoqeke herdemî ya hawarhatina mirovî li Herêma Kurdistanê pesend kir, ji bo handana Hikûmeta Federal, ajansên Netewên Yekgirtî, aliyên xwebexş, rêxistinên mirovî, kompanyayên kartên taybet, navxwe û dever beşdariyê di wê sindoqê de bikin.

Di beşa duyem a civîna kabîneyê de, pêşkêşkirina dawî pêngavên amadekirina karnameya çar salên wezaretê û deste û aliyên negirêdayî bi wezaretan bû, di çarçova hêlên giştî ya karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser amadekirina projeyasaya çaksazî û pejirandina wê kir, bi armanca şandina wê bo Parlemana Kurdistanê, ku yek ji karên pêşîne yên hêlên giştî yên hikûmetê ye.

Piştre Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyan, pêşniyaza serastkirina yekem rêbaza navxwe ya Encûmenên Şaredariyan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Encûmena Wezîran jî ew pêşniyaz pejirand.