Mesrûr Barzanî pêswaziya David Schenker kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziyê li cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li David Schenker kir ku ji Rojhilata Navîn berpirse. Di civînê de balyozê Amerîkayê Matiyo Tuler jî amade bû. Her dû alî li ser mijara Sûriyê û Iraqê axifîn. Mesrûr Barzanî di derbarê rewşa niha ya Rojavayê kurdistanê û Sûriyê de endîşeyên xwe ragihand.
Barzanî got ku dirêjbûna şer bi xwe re alozî tîne herêmê û zemînê bo vegera saziyên terorîst amade dike û divê alozî ji herêmê biqedin. Niha gelek koçber li herêma Kurdistanê hene û dibe pêleka dinê here herêmê û Barzanî xwest ku civaka navdewletî alîkariya wan koçberan bike.
Di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda hat kirin û hat gotin ku bo çareseriya pirsgirêkên navbera her dû aliyan çend pêşniyazên xwe bo Bexdayê kirine. Her weha hukumeta Herêma Kurdistanê li bende ye ku hukumeta Bexda bo çareserkirina pirsgirêkên navbera her dû aliyan, li ser bingeha destûra Iraqê gavan bavêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin