Mike Pence li Trump xwedî derket!
PeyamaKurd – Alîkarê berê yê Serokê Amerîkayê Mike Pence ku berendamê Hilbijartina Serokomariyê ya 2024an a Amerîkayê ye, diyar kir ku darizandina Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump derbarê welêt da peyameke tirsnak dide dinyayê.
Mike Pence ku namzedê Hilbijartina Serokomariyê ya 2024an a Amerîkayê ye, di televizyona NBC Newsê de derbarê dosyaya ku Trump bi sûcdariya "veşartina belgeyên dewletê yên nepenî" tê darizandin de pirsên xwe bersivand.
Pence eşkere kir, darizandina Serokê berê yê Amerîkayê ji aliyê rêveberiya heyî ve di derbarê Amerîkayê de, peyameke tirsnak dide cîhanê û destnîşan kir, îdianameya derbarê Trump de ji bo zêdetir parçekirina siyaseta polarîze ya Amerîkayê ye.
Ji aliyê din ve Pence amaje bi wê yekê kir ku her çend îdiayên li dijî Trump "cidî" bin jî, saziyên pêwendîdar di derbarê belgeyên nepenî yên ku ji mal û ofîsa Serok Joe Biden derketine û îdiayên li dijî kurê wî Hunter Biden heman helwest nîşan nedane.
Pence got, divê Wezareta Dadê bi her kesî re wekhev tevbigere, Pence bersiveke zelal neda pirsa ku eger bibe serok wê efûya xwe ya derbarê Doza Trump de bikar bîne yan na.
Pence da zanîn, "Ez nizanim çima hin dijberên min di hilbijartinên seretayî yên Partiya Komarparêz de texmîn kirin ku Serokê berê dê sûcdar were dîtin."
Pence, ku ji ber îdiayên "sextekarî" yên di hilbijartinên serokatiyê yên 2020an de û bûyerên serdegirtina Kongreyê ya 6ê Çileyê de, ji Trump veqetiya, di paşerojê de hêviya wî heye ku Trump di derbarê hilbijartina 2020an de "ji hêla tîmê qanûnî ve hatiye xapandin" bê dîtin.
Pence got, "Tu kesê ku xwe têxe ber destûra bingehîn, nabe serokomar."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin