Mîrê Qeterê serdana Samê kir

30 January 2025 14:49 0 dîtin
 Mîrê Qeterê serdana Samê kir

PeyamaKurd – Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El-Sanî li Sûriyeyê ji aliyê Ehmed El Şera (Golanî) ku duhî wekî serokkomarê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatibû hilbijartin, bi serdaneke fermî hat pêşwazîkirin. Mîrê Qeterê El Sanî bû yekemîn serok ku piştî rejîma Esed serdana Sûriyeyê dike.

Her weha hat ragihandin ku ji bilî Ehmed El Şera, serokwezîrê Sûriyê Mihemed El-Beşîr, Wezîrê Karûbarên Derve Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û gelek berpirsên Balyozxaneya Qeterê ya li Şamê jî di pêşwazîkirinê de hazir bûn