Opozîsyona Sûriyê spasiya Serok Barzanî kir

09 December 2024 18:04 0 dîtin
Opozîsyona Sûriyê spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyeyê îro 9ê Kanûnê bi daxuyaniyekê spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em spasiya birayên xwe li Herêma Kurdistana Iraqê, bi serokatiya Serkirdeyê Kurdan Mesûd Barzanî dikin; wekî ku ew bi xwe xwediyê pirsê be, bi wî awayî serederî bi pirsa Sûriyeyê re kir û piştevaniya wî ji bo mafên gelê Sûriyeyê bandoreke mezin hebû, ku mimkin nîne li ber çavan neyê wergirtin.”

Opozîsyonê da zanîn, “Bira û binemalên me yên Sûriyeyî ku niha li deverên Kurdistana Îraqê ne bi taybetî, penaber û reviyayîyên destê Rijêmê bûne mêvanên birayên me li Herêma Kurdistanê, herwesa dewlet serê xebata gelê Sûriyeyê û qehremanên Şoreşê, li van nêzîkan vedigerin mal û bajarên xwe li Sûriyeyê, ji bo ku tevlî damezrandina seqamgiriya wê bibin û piştgiriya hêz û avedankirin û jiyarxweşiya wê bikin.”

Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyeyê di berdewamê de jî wiha got: “Di vê dema dijwar de em berê xwe didin Îraqê û wan piştrast dikin ku şoreşa Sûriyeyê û ew operasyonên hatine destpêkirin çi zirar û arêşeyek ji bo Îraqê nabe, em di demên xweş û nexweş de hevpar in û em li benda paşerojeke baştir û zêdetir ewlehî û seqamgiriyê ne.”

Di dawiyê de jî ev peyam hate dayîn: “Hevparî û berjewendiyên me dîrokî ne û hêviyên navbera van her du welatan gelek in û nayên hejmartin, ji bo dabînkirin û seqamgirkirina ewlehiyê û belavkirina aştiyê li hemî Rojhilata Navîn, herwesa em li bendê ne ku Îraq rûpeleke nû ya pirî alîkarî û biratî û aştî veke.”