Osman Öcalan: PKKê Serokê xwe terikand.

24 March 2018 15:34 0 dîtin
Osman Öcalan: PKKê Serokê xwe terikand.

Birayê Serokê PKKê Abdullah Öcalan, Osman Öcalan diyar got ku PKKê Serokê xwe firotiye.

Osman Öcalan, di televizyoneke Kurdî de nêrînên xwe parve kirin û wiha got: Piştî girtina Abdullah Öcalan şandeyeke PKKê çû Polonyayê û li wir hinek hevdîtin pêk anîn. Di wê civînê de ji wan hatibû xwestin ku ew Abdullah Öcalan biterikînin. Heke ew vê yekê bikin, ew jî wê piştgiriyê bidin PKKê.

Osman Öcalan wiha dewam kir: Piştî serokê me hate girtin, min PKK bi rê ve dibir û min ev xwestinên wiha qebûl nedikirin. Ji wê şandê re jî min got ku qebûl nekin û têkiliyan qut bikin. Ji ber ku min Serok Apo neterikand, ez ji rêxistinê hatim avêtin. Piştî min jî wan Apo terikandin.

Serokê PKKê Abdullah Öcalan di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin.