Otomobîla parlamenterên HDPê qeza kir

14 October 2022 13:02 0 dîtin
Otomobîla parlamenterên HDPê qeza kir

PeyamaKurd – Otomobîla parlamenterên HDPê, Dêrsim Dag, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn li Enqerê qeza kir.

Li gor zanyariyan, otomobîla parlamenterên HDPê li taksiyekê daye û di encamê de şofêrê taksiyê can daye û parlamenterên HDPê bi sivikî birîndar bûne.

Herwiha di derbarê bûyera trafîkê de HDPê daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Îro danê sibê wesayîta partiya me ya ku parlamenterên me Omer Ocalan, Dêrsim Dag, Nusrettîn Maçin û endamên partiya me dibir balafirgehê, li xaçerêya Pirtûkxaneya Neteweyî li taksiyeke bazirganiyê qelibî.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em bi xemgînî hîn bûn ku di qezayê de wekîlên me bi sivikî birîndar bûne û tevî hemû mudaxeleyan ajokarê taksiyê can daye. Wekîlên me li nexweşxaneyê niha di bin çavdêriya bijîşkan de ne.”