Parêzgerê Kerkûkê hat hilbijartin
PeyamaKurd – Heya niha hilbijartina parêzgerê Kerkûkê li ser medyayê nehat ragihandin lê tora Rûdawê ragihand ku îşev li Bexdayê bi tevlîbûna 9 endamên meclisa Kerkûkê, ji fraksiyona YNKê (Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan) Rebwar Taha kirine parêzgerê Kerkûkê.
Hûrahiya mijarê bi temamî nehat gotin lê weke tê zanîn 16 endamên meclisa Kerkûkê hene û li gor ragihandinê 7 endam tevlî civînê nebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin