Parlementera berê Mulkiye Birtane hat zîndanîkirin

01 December 2018 01:28
Parlementera berê Mulkiye Birtane hat zîndanîkirin

PeyamaKurd- Parlementera berê ya bajarê Qersê û endama dîwana DTK ê Mulkiye Birtane, demek berê ji aliyê hêzên asayîşê de hatibû binçavkirin û îro wê derxsitin dadgehê. Di encama darizandinê de hat zîndanîkirin.

Li Diyarbekirê di 26 ê mehê de hêzên asayîşê avêtibûn ser mala wê û wê biribûn bajarê Qersê. Piştî li dadgeha Qersê îfadê wê jê sitendin, bi sedema ku endama rêxistinê ye, wê şandin zîndanê. Bi Birtane re Necdet Karadağ û Tuncer Omeroxulları jî hatin girtin lê 2 kesên dinê serbest hatin berdan.