PDKê pîrozbahî li YNKê kir
PeyamaKurd – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan û hemû endam û aligirên YNKê kir.
Polîtburoya PDKê di peyama xwe de da zanîn, “Ji bo 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiyê li we, endam û alîgirên we dikin û hêviya berdewamî û gavên nû û baştir ji we re dixwazin.”
PDKê diyar kir: “Bi vê boneyê em tekezî li ser hevahengî, yekrêzî û dostaniya hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ji bo rûbirûbûna kêşeyên qonaxa niha, parastina mafên welatiyan, parastina qewareya Herêmê û destkeftên me, bihêzkirina giyanê pêkvejiyan û yekrêziya siyasî ji bo berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê, çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, encamdan gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û bihêzkirina bingehên demokrasiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin