Peyama Newrozê ya Mazlûm Kobanî

21 March 2024 11:02 0 dîtin
Peyama Newrozê ya Mazlûm Kobanî

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî (Ebdî) têkildarî Newrozê peyamek parve kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: “Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk em bi zelalî diyar bikin ku gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî wê Newrozê li bajarên xwe bi awayekî ewle û azad pîroz bikin. Ev yek bi saya yekitiya gelê Kurd pêkan e û em hêvîdar in ku sala nû bibe xizmeta vê armancê.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Kobanî (Ebdî) têkildarî Newrozê peyamek parve kir.

Kobaniyê di peyama xwe ya ku li platforma Xê parve kir de ev tişt hatin gotin:

“Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz be.

Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk em bi zelalî diyar bikin ku gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî wê Newrozê li bajarên xwe bi awayekî ewle û azad pîroz bikin.

Ev yek bi saya yekitiya gelê Kurd pêkan e û em hêvîdar in ku ev sala nû bibe xizmeta vê armancê.

Newroz sembola vejîn û azadiyê ye.

Bijî Newroz.”