Putin, ligel Serokê Îmaratê axivî

27 June 2023 15:00
Putin, ligel Serokê Îmaratê axivî

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Kremlînê hat dayîn, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nahyan re hin dan û stendin kirine.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku Vladimir Putin û Mihemed Bin Zayid Al Nahyan, di derbarê serhildana Koma Wagnerê ya li dijî desthilatiya Rusyayê de axivîne.

Hat diyarkirin ku Serokê Îmaratê diyar kir ku ew bi tevahî piştgiriyê dide kiryarên rêveberiya Rusyayê û hat eşkerekirin ku di pêwendiya hat danîn de têkiliyên dualî jî hatin nirxandin.

Her wiha hat zanîn ku Vladimir Putin, ji ber rastlêhatina Cejina Qurbanê ya alema Îslamî, cejinê li Al Nahyan û gelê wî pîroz kir.