Putin rêvebiriya orfî ragihand
PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Sputnikê; serokê Rûsyayê Putin rewşa orfî îlan kir û kesê îhlala rêvebiriya orfî bike wê karibin 30 roj wî/wê bixin binçav. Biryarname ji aliyê Putin de hat îmzekirin. Li gor ragihandina malpera ku belgeyên fermî tê de diweşînin, kesên qaîdên îdara orfî îhlal bike jê re heya 30 rojan binçavkirin, di navbera 500-1000 Rûble de cezayê pere heye.
Eger îhlal bi erebeyekî bêkirin, desthilat dikarin dest deynin ser erebê. Dezgeyên ku dewleta federal birêve bibin, beşên wan yên li herêman, fermandarên rêvebiriya orfî û rêvebirên ku îdarê kontrol dikin, dikarin kesên ku îhlalê bikin wan bigrin.
Îlankirina îdara Orfî ji ber ku grûba ku bi leşkerên bi pere dixebitî ya bi navê Wagnerê li hemberê îdara Putin û wezîrê karê bergiriyê Şoygü serî rakir, hat kirin. Li hinek deveran di navbera her dû terefan de şer dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin