Pûtîn tevlî merasîma cenazeyê Gorbaçov nabe!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî merasîma cenazeyê serokê berê yê Sovyetê Mihaîl Gorboçav ê 30yê Tebaxê li Moskowê koça dawî kiribû nabe.,
Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Pûtîn ji ber ‘tijebûna bernameya xwe7 beşdarî merasîma cenazeyê Gorbaçov nabe.
Peskov, ev daxuyanî piştî serdana malbata Gorbaçov li nexweşxaneyê daye rojnamevanan û gotiye, wî hevxemiya Pûtîn a bo wefata Gorbaçov gihandiye malbatê.
Welatiyên Rûsî rexneyê li hikûmeta Rûsyayê dikin ku çima bi merasîmeke fermî ya dewletê cenazeyê Gorbaçov nayê kirin.
Li ser vê pirsê Peskov gotiye, wê dewlet jî piştevaniya merasîma cenazeyê bike.
Gorbaçov serokê dawî yê beriya hilweşîna Yekîtiya Sovyetê bû û du roj berê di 91 saliya xwe de, ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin