Qasidên Ewrûpayê Ahmet Tûrk ziyaret kirin!
PeyamaKurd- Qasidên dewletên Ewrûpayê yên li Tirkiyê yên ku ji bo hinek têkiliyên siyasî hatibûne Mêrdînê, Ahmet Tûrk jî ziyaret kirin. Di hevdîtinê de rewşa Kurdan û rewşa siyasî ya Tirkiyê hate axaftin.
Di nava ziyaretvanan de Qasidê Swêdê Lars Wahlund, yê Denmarkê Svend Olling, yên Finlandiyayê Paivi Kairamo, yê Norveçê Vegard Ellefsen û yê Holandê Anders Holmen Gulbrandsen hebûn. Koma qasidan ji aliyê Ahmet Tûrk ve hate pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê Ahmet Tûrk daxuyaniyek da û got em li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê û pirsgirêkên Kurdan axivîn. Ji bo pêşerojeke demokratîk, min fikrên xwe bi wan re parve kirin. Em hêvî dikin ku pêşerojeke baştir em ava bikin. Ji bo hilbijartinê jî rewşa demokratîk pir girîng e.
Qasidê Swêdê Lars Wahlund ji bo mêvanperweriya Ahmet Tûrk spasiyên xwe jê re pêşkêş kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin