Qeter diçe referandumê: Banga Emîrê Qeterê
PeyamaKurd – Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî bang li hemû welatiyên ji 18 salî mezintir kir ku beşdarî referanduma ku dê di 5ê Mijdarê de ji bo guhertinên destûra bingehîn bê kirin, bibin.
Di biryarnameyê de amaje bi avakirina komîteyeke giştî ya referandomê di Wezareta Navxwe de ji bo rêkxistin, birêvebirin û ragihandina encamên referandomê hatiye kirin û herwiha hatiye ku piştî bidawîhatina referandomê piştî 24 saetan encam wê bên ragihandin.
Referandûma yekem li Qeterê di 29ê Nîsana 2003an de hat kirin. Di referandumê de gel pêşnûmeya destûra bingehîn a ku weke 'Destûra Bingehîn a Daîmî' ya Qeterê tê binavkirin, pejirand. Ji sala 2003an ve referandûma duyemîn nehatiye kirin, lê cara yekem di sala 2021an de ji bo diyarkirina hin endamên Meclîsa Şûra hilbijartinek hat kirin.
Pêşnûmeya ku ji bo guhertina makezagona 2024an a li Qeterê hatibû amadekirin, piştî ku doh ji aliyê Meclîsa Şûra ve hat qebûlkirin, pêşkêşî Emîre Şêx Temîm hat kirin. Emîr Şêx Temîm pêştir di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihandibû ku guhertinên ku di destûrê de bên kirin wê "ji bo yekrêziya gelan û wekheviya welatiyan di maf û erkan de" bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin