Rayedarên Yunanîstanê, diçin serdana Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Yunanîstanê hatin ragihandin, Wezîrê Koç û Koçberan û Wezîrê Berevaniyê yên Yunanîstanê, dê di meha nû de biçin serdana Tirkiyeyê.
Wezîrê Koç û Koçberan ê Yunanîstanê Notis Mitarachi, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek belav û kir da zanîn ku ew ê di rojên pêş ên nîsanê de bi serdaneke fermî biçin Tirkiyeyê.
Wezîr di peyama xwe de got, “Roja Sêşemê 4ê Nîsanê, em ê ligel Wezîrê Berevaniyê Birêz Nikos Panagiotopoulos serdana Tirkiyeyê bikin. Ez ê bi Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu re bicivim. Em ê biçin herêma erdhejê jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin