Rêberên Urdin, Misir û Iraqê axivîn

08 October 2023 21:30 0 dîtin
Rêberên Urdin, Misir û Iraqê axivîn

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Keyê Urdinê, bi Serokomarê Misirê û Serokwezîrê Iraqê re geşedanên li Şerîda Xezayê gotûbêj kir.

Hat diyarkirin ku Keyê Urdunê Abdullahê 2yemîn, geşedanên li Xezayê bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sudanî re axivî.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Keyîtiya Urdinê, Key Abdullah bi Serokomarê Misirê Sîsî û Serokwezîrê Iraqê re bi telefonê cuda axivîn.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de rêyên kêmkirina rageşiya li herêmê ji ber êrîşên dualî yên di navbera Hamas û Îsraîlê de hatin nirxandin. Her wiha hat tekezkirin ku zêdebûna rageşiya li herêmê dê bandoreke neyînî li ser aştî û aramiyê bike, ji ber wê jî divê ji bo kêmkirina rageşiyê xebatên hevbeş bên zêdekirin.

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 370 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.