Reîsî cara yekem serdana Samê dike

28 April 2023 19:34 0 dîtin
Reîsî cara yekem serdana Samê dike

PeyamaKurd - Çavkaniyeke payebilind di rêveberiya Esed de, ji Reutersê re ragihandiye ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hefteya pêşîya me serdana Şamê dike.

Hêjayî gotinê ye, Îran a hevkara rejîma Sûriyê ji sala 2011an destpêka krîza Sûriyê ve, cara yekem di asta serokomar de serdanekê bo Şamê dike.

Hat diyarkirin ku çavkaniya nêzî rêveberiya Sûriyê daye xuyakirin, hefteya pêşiya me ew serdan pêk tê û asayîbûna pêwendiyên welatên Erebî bi rejîma Sûriyê re bingeha vê serdanê amade kiriye.

Li gorî medya Sûriyê, wê serdan du rojan dewam bike û di serî de hevkariya aborî-bazirganî, wê hejmarek peyman bêne îmzekirin.