Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê diyar kir, komîteyeke zanistî û pispor ji bo çavdêrîkirina wan kesên ku derziya Koronayê li xwe dane, hatiye avakirin.
Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê da zanîn, ew kesên derziya Koronayê li xwe didin, dibe ku di nav 24 heta 72 saetan de ta, êşa laş û serêşiyê bigirin. Ev nîşanên han normal in.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, eger ew nîşanên han zêdetir bin, wê çaxê dikarin serdana navenda derzî lê dane bikin.
Herî dawî Tenduristiya Hewlêrê eşkere kiriye, komîteyek zanistî û pispor, ji bo çavdêrîkirina wan kesên derzî li xwe dane, hatiye avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin