Reznikov: Hêzên Ukrayna amadekariya hicûmê dikin!

29 March 2023 19:57 0 dîtin
Reznikov: Hêzên Ukrayna amadekariya hicûmê dikin!

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Ukraynayê Oleksii Reznikov, ragihand ku hêzên Ukrayna li dor meha Gulanê amadekariya ji çend aliyan ve a hicûmê dikin.

Reznikov, ji kanala weşana fermî ya Estonya ERR re daye xuyakirin ku plana hicûma li dijî hêzên Rûsyayê tê kirin û dê biryara ji bo hicûmê ya kelî û dema herî baş bê dayîn.

Reznikov, herwiha daye xuyakirin ku hicûma hêzên ukraynî girêdayî şert û mercên hewayê ye û ji ber şilahiya mehên biharê dibe ku di mehên Nîsan û Gulanê de hicûm bê destpêkirin daku herêmên dagirkirî yên Ukraynayê ji destê Rûsyayê rizgar bikin.

Herwiha Reznikov daye zanîn ku hêzên wan li aliyê Bahmutê potansîyela hêzên rûsî heta radeyekê şikandine û derfeta hicûmê li eniya şer amade dikin.