Roja hilbijartina encumenên parêzgehan diyar bû
PeyamaKurd- Roja hilbijartina encumenên parêzgehên Iraqê û Kerkûkê diyar bû. Biryar ji aliyê parlementoya Iraqê de hat sitendin.
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Hesen Keîbî, piştî civîna komîsyona hûqûqê ya parlementoyê ragihand ku roja hilbijartinê 16 ê mijdara 2019 an e. Komîsyon ji hukumeta Iraqê daxwaz kiriye ku li gor wê rojê dest bi amadekariya hilbijartinan bike. Hem li gor qanûna nû hilbijartinên encumenên bajarok û bajaran wê ji hev cuda bênkirin.
Her weha wê hilbijartina encumenên parêzgeha Kerkûkê jî di heman rojê de bêkirin. Di vî halî de ev tê wateya ku Kerkûk bajarekî Iraqê ye. Lê Kurd bi taybetî PDK radigihîne ku rewşa Kerkûkê aram nîne û di vê rewşê de zahmete ku li Kerkûkê hilbijartin çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin