Rûsya petrola 3 dewletên Awrûpayê sekinand
PeyamaKurd – Rûsya ji ber şerê navbera xwe û Ûkraynayê, her wext rastî dorpêçan hat lê vê carê jinîşka de petrola 3 dewletan birî. Xeta petrolê ya ku di ser Ûkrayna de diçe Awrûpayê, perê ku dan, ji ber dorpêçan paşde dageriya her sê dewletên Awrûpayê. Ev jî bû sedema rawestina petrola ku ji Rûsyayê diçe Macaristan, Çekya û Slovakyayê.
Rêvebiriya şîrketa rêvebir ya petrolê ya bi navê Transneftê ragihand ku şandina petrolê ya di ser Ûkrayna de hatiye rawestandin. Şîrketa Ûkraynî ya bi navê Ukrtransnafta xizmeta sewqiyatê ya ji bo Transneft' ê daye rawestandin û ji ber wê petrola di xeta ser Ûkrayna de diçe rawestiya ye. Sewqiyata petrolê di 4 ê tebaxê de rawestiyaye.
Sewqiyata di ser xeta Drujbayê de ji bo Polonya û Almanya di ser Belarûsê de têkirin, dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin