SANA: Balafirên Îsraîlê êrîsî Samê kirin
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li gorî saeta herêmî saet 01:20an de hin xalên li derdora navenda bajarê Şamê bûne hedefa êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê.
Hat eşkerekirin, Îsraîlê li paytexta Sûriyeyê Şamê, li dijî hin xalan êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA ku xwe dispêre çavkaniyeke leşkerî, di saet 01:20an de li gorî saeta herêmî hin xalên derdora navenda bajarê Şamê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi êrîşên hewayî hatin hedefgirtin.
Di nûçeyê de hat ragihandin, di encama êrîşê de 2 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûne, îfadeyên "Pergalên me yên berevaniya hewayî li fuzeyên dijmin ketin û hin ji wan xistin xwarê û xisar çêbû."
Derbarê êrîşê de ji aliyê rayedarên Îsraîlî ve tu daxuyanî nehat dayîn.
Tê zanîn ku ji bilî artêşa Sûriyê, komên ser bi Pasdarên Şoreşa Îranê û bi taybet hêzên Hizbullaha Lubnanî li Şamê û gundewarê wê hene.
Ji sala 2011an û vir ve ku şerê navxweyî destpê kir, Îsraîl dem bi dem li Sûriyeyê êrîşî komên ku Îran piştgiriya wan dike û xalên leşkerî yên girêdayî rêveberiya Şamê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin