Sanda IAEAyê, gihîst santrala nukleerî!

01 September 2022 17:30 0 dîtin
Sanda IAEAyê, gihîst santrala nukleerî!

PeyamaKurd- Şanda teknîkî ya Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), ligel Serokê saziyê Rafael Mariano Grossi, derbasî santrala nukleerî ya di bin destên Rusan de bû.

Li gorî agahiyên dawî yên çapemeniya Rusyayê, şanda teknîkî ya saziya atomî, ji bo derbasî nav santrala Zaporijyayê bibin, di xala venêrînê ya Vasilyevka re derbas bûye.

Kompaniya Enerjiya Nukleerî ya Dewletê ya Ukraynayê Energoatomê jî li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ragihand ku şanda IAEAyê derbasî nav santralê bûye.

Santrala nukleerî ya Zaporijyayê ku santrala herî mezin a Ewropayê ye, ji 4ê Adarê ve ketiye bin destên Rusan û di bin venêrîna wan de ye.

Li gorî çapemeniya cîhanî, dem bi dem li derdora Zaporijyayê teqîn pêk tên û ev yek jî ji bo ewlehiya cîhanê, xetereyeke gelek mezin e.

Armanca serdana vê şandê jî ew e ku ji ber teqînên li derdora santralê pêk tên, bê ka zerar gihîştiye alavên santralê yan na. Tê payîn ku piştî venêrîna teknîkî, ji aliyê şandê ve daxuyaniyek were dayîn.