Sanda PDKê serdanên partiyên Kurdistanê didomîne

30 October 2022 15:26 0 dîtin
Sanda PDKê serdanên partiyên Kurdistanê didomîne

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di çarçoveya danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro Yekşemê 30yê Cotmehê bi serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Hat ragihandin ku şanda PDKê, îro Yekşemê wekî berdewama zincîre serdanên ji duh ve ji aliyê wezîrên PDKê yên nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re hatine destpê kirin de, serdana Yekgirtûya Îslamî kir.

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî Xelîl Îbrahîm piştî hevdîtina ligel şanda PDKê da xuyakirin, bi şanda PDKê re rewşa herêma Kurdistanê û fikarên aliyên siyasî hatine gotûbêjkirin û got, divê kêşeyên heyî yên navbera aliyên siyasî bi rêya danûstandinê bên çareserkirin.

Şanda PDKê duh jî serdana Partiya Komînîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kiribû û tê çaverêkirin serdana piraniya aliyên siyasî bikin.

Hatiye diyarkirin ku di serdanan de, behsa destkeftên hikûmeta Herêma Kurdistanê û xizmetkirina ji hemwelatiyan re wek erkê ser milê hikûmetê tê kirin û herwiha rewşa darayî û dahatên Herêma Kurdistanê bi giştî ji aliyên siyasî re têne eşkere kirin.

Di hevdîtinên duh de, behsa girîngiya yekrêziyê, rola serokwezîrê Kurdistanê ya xizmetkirina hemwelatiyên Kurdistanê bêcudayî û parastina aştiya civakî û ruhê pêkvekarkirinê hatiye kirin.